Ey welat, Wanê min,wûsa xwîyaye, li kûrahîyê dilên te
Li axên te,
Em nikarin xeynî xwîn û hêstîr, tu tişt biçînin
Ji xwe xem pêşîye befirê dîgîhand her sal, li te
Ji xwe teyr pêşîyê befirê digîhand welatên dûr
Tû, çermê xwe vedişart ji bager û kewlazan
Lê em tev diman, tev hembêz kirin sir û kewlazan
Pêxwas, bêkinc
Wek îro
Wûsa xwîyaye, rojên piştî zivistanan
Demên bûharê, em xeynî xwîn û hêstîr nedîçandin
Kû payîzê wexta dûrina zevîyan de
Me dî, xem boş bû, erd sekînî, sekînî
Û her çi kû dilê xwe de veşartî ye
Rîjand, belav kir, hejîya
Dîn bû,
Kevir ser kevirê nehêla
Wan xera bû,
Gazincan ji bo felekê nakim,
Loma li axê nîn e,
Me çand, me dît,
Belê, belê, tû guh lê ne de dilê xwe,
Em çêkirin tabûtên heft qat,
Em bûn xûlamê daxwazîyên bêqed,
Em bîr kirin, ûsîla bav û kalan,
Me sexera wî lê birî, dilê axê şikand bi betonan
Me xera kir pîrozbûna behra Wanê
Loma li felekê nîn e,
Ey welat;
Heya kû em hevî li te neçînin
Xwîyaye, nikarin tû şahîyek bibînin
Xeberê te ye, ta ji kûrahîyên behra xwe qêr dikî
Mîna berî,
Lê kes gûh lê nade, gelo bajar çi dîqîrî, çi dibêjî
Me qedrê te,nezanî,
Wanê min,
Axaftina axê ye,
Kû mafê wî jî heye biaxive,
Axaft û hûş bû, çend wuşe,
Besxeberê wê, xweş ne bu…