![]() |
---|
Çîyayê Esrûkê (Foto: Metîn Ayşîn-Çîyager) |
Çîyayên min
Gerdûnên mezin ên xeyalê min
Çîyayên welat
Sunduz, Başêd û Artos
Werek û Esrûk,
Û Çîyayê Tembo,
Kelediz û Herekol,
Kelereş û Kelespî
A Nordûzê
Bi mij û duman in.
Berf xatirê xwe dixwaze,
Kulilkên nû destûrê xwe dixwaze,
Bihar mizgînî tîne,
Newroz mîzgînîya xwe dixwaze,
Mîna dengbêjên me got:
Çîya blind e te nabînîm.
Ez jê dibêm;
Çîya dûr e, wê nabînim.
Çîya dur e.
Berxên xeyalê xwe,
Naçêrpînim
(Ev helbest, pîştê çend salan, bi dîtîna weneyekê çîyayê kû berî min jî cem Metîn Ayşîn gera bû, hate nîvîsandin)
Suat ATAN * Enqêrê